CENÎ: DAIŞ dijminê hemû hêzên demokratîk e

CENÎ: DAIŞ dijminê hemû hêzên demokratîk e

CENÎ: DAIŞ dijminê hemû hêzên demokratîk e

 

Bi sedan ciwanên sosyalîst ku berî xwe dan bajarê berxwedana gel a Kobanê, ji bo cihê xwe di nava xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bigirin, îro li Navenda Çandê ya Amara li navçeya Riha Pirsûsê rastî êrîşeke hovane hatin. Ev weke ciwan biryara avakirina jiyana azad û biryara pêşerojeke azad dane û bi vî awayî bûne hedefê dijminên mirovahiyê çeteyên DAIŞê. Agahiyên dawî behsa nêzî 40 mirî û sed birîndaran dike.”
 
CENÎ diyar kir ku ciwan û hêzên demokratîk ji her aliyên cîhanê diherikin Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî bajarê berxwedanê Kobanê, di nava şoreşa civaka demokratîk de cih digirin û ev xal destnîşan kir: “Ew dîsa vê hêviya gel a şoreşa Rojava li her deverên cîhanê belav dikin û dibin çirûskên şoreşa sedsala 21. ya bi pêşengtiya fikir û ramanên Rêber APO ya Konfederalîzma Demokratîk.
 
Pirsûs di sala dawî de, bi berxwedana Kobanê ve, bûye navenda piştgiriya navneteweyî ya ji bo şoreşa Rojava. Hem jî gelê Bakur û Rojavayê Kurdistanê li vir bi berxwedana xwe ya hevpar, wateya vî sînorê deshilatdaran ji holê rakirin. Mirovên ji her deveran li vir kombûne û piştgiriya xwe bi çalakî û ragihandina azad bi pêş xistine. Di nobeta sînorê ku bi mehan berdewam e de, bi pêşengtiya jinan û biriarbûna gel xwe dide nîşandan. Bi qetilkirina aktîvîst Kader Ortakaya di Mijdarê 2014’an de li ber sînorê Kobanê – Pirsûsê de, dewleta Tirk careke din nêzîkbûna xwe ya li hemberî vê berxwedana mirovahiyê bi awayekî zelal nîşan daye ku heta roja îro bi gelek caran dîsa hatiye îspatkirin.
 
Êrîşa ku îro li navçeya Riha Pirsûsê pêk hatiye êrîşa ku hemû hêzên demokratîk û hêviya gelan hedef girtiye. Çeteyên DAIŞ’ê bi hevkarê xwe yê dewleta Tirk re bi vê êrîşê piştgiriya hêzên demokratîk yên cîhanê ya ji bo şoreşa Rojava û bi taybetî di kampanya Ji Nû Ve Avakirina Kobanê de hedef girtin û dixwazin bi vî awayî êrîşa hêviya nû yê gel, jin, ciwan û hêzên demokratîk yên navneteweyî bikin.
 
Em weke CENÎ Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd vê êrîşê bi tundî sermezar dikin û dibêjin ku ti qîrêjî û hovîtiya wan nikare hêz û hevgirtina me bişikîne. Em bang li hemû hêzên demokratîk yên navneteweyî, bi taybetî li ruhê berxwedanê ya jinên cîhanê dikin ku li hemberî vê zêhniyeta hovane ya dewleta Tirk ku hevkar û sponsorên tecawuzkarên DAIŞ’ê ne, êdî helwesteke zelal nîşan bidin, da ku bi piştgiriya navnateweyî êdî dawî li vê bêheqitî û zor û zilmê wê bê anîn.
 
Em hemû mirovên sivîl ku di êrîşên Hesekê di Newrozê 2015’an de, di êrîşên Amedê di 5’ê Hezîranê de, di êrîşên Kobanê yên di 25’ê Tirmehê de û herî dawî êrîşên li dîjî ciwanên sosyalîst yên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dane bi rêzdariyê bi bîr tînin û soza bilindkirina têkoşîna azadîxwaziya gelan didin.